Temaşevanên hêja,
Bixêr werin malpera navenda pedagojîyê ya kurdî(Kurdiska pedagogiska centrum) ê.
Sazîya navenda pedagojiyê ya kurdî saziyek ne bazirganiye. Ji bo ziman û kultura kurdî, ji bo pirtûk, alav û perwerdeya bi kurdî û pedagojîyê kar dike.
Wek tê zanîn sazîya Navenda Pedagojîyê ya kurdî bi xurtî li ser berhem û alavên perwerdeya kurdî dixebite. Ji bo xwendekar û xwendevanên zimanên kudî berheman diweşîne.
Heta nuha me nêzî deh berhemên nivîskarên din re alîkarî kiriye û berhemên wan weşandî ye.
M nêzî 40 berhemên bo zimanê kurdî amade kiriye û weşandiye. Bi hatina berheman me berhemên nû çap kiriye. Di vî xebatê de gelek mamosteyên kurd bi me re bûne alîkar. Em spasdarên wan in.
Bi taybetî em ji mamoste Amed Tîgrîs, Nîzamettîn Akkurt,Yusef Erdem, Mem Dogala, Celal Sönmez, Nîşan Bamernî, Dersim Tekeş re ji bo alîkariya wan spasî dikin.
Ji bo xizmeta zimanê kurdî em bi vî karî gelek dilxweş in.
b_welatevin@hotmail.com
B.Welatevîn
(M.Hakki Balta)









